NATO’yê mîsyona xwe ya li Iraqê bi demkî vekişand
Hate ragihandin ku NATO’yê mîsyona xwe ya li Iraqê şêwirmendiya hêzên ewlehiyê dike û piştgiriyê dide, ji ber bandorên şerê li Rojhilata Navîn bi demkî vekişandiye.
Hate ragihandin ku NATO’yê mîsyona xwe ya li Iraqê şêwirmendiya hêzên ewlehiyê dike û piştgiriyê dide, ji ber bandorên şerê li Rojhilata Navîn bi demkî vekişandiye.
Li gorî nûçeya AFP’ê, rayedarê ewlehiyê yê têkildarî mijarê agahî dane, aniye ziman ku biryar ji ber rîskên ewlehiyê yên zêde dibin hatiye girtin.
Yek ji rayedaran da zanîn ku vekişandin ‘’demkî’’ ye û got ku ew ji rewşa personelên li herêmê endîşe dikin.
Çavkaniye din jî diyar kir ku beşeke mezin a mîsyona NATO’yê ji Iraqê vekişiyaye û bes kêmeke personelan li welêt mane.
Mîsyona NATO’yê ya tê diyarkirin ku bi sedan leşkeran pêk tê, li bajarê Bexdayê li nêzîkî Balyozxaneya DYE’yê bi cih bûbû.
Herêma berbehs di demên dawîn de gelek caran dibe hedefa êrîşên komên girêdayî Îranê.